H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan pêwîstîya îzbatkirina statûta Romayê têra nabîne û gotûbêjkirinên derheqa girtina Pûtîn çawa tiştekî  ne nêzîkî aqila hesab dike

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye wekî ew pêwîstîya îzbatkirina lez ya statûta Romayê têra nabîne. Derheqa wê yekêda Sîmonyan wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyonêye ewlin gotîye.

Sîmonyan bîr anîye wekî hukumatê dora konstîtûsîya Ermenîstanê gotûbêj kirîye û dawîya sala 2022 a ew yek şandîye mehkema konstîtûsîyon. Bi axaftina derheqa wê yekêda, ewî usa jî derheqa birîyara mehkema navneteweyîda xeberdaye.

Nava vê hemtêkstêda ewî gotûbêjkirinên derheqa girtina Vladîmîr Pûtînda, ya ji alîyê Ermenîstanêda tiştekî ne nêzîkî aqila hesab kirîye. “Nava welatên dinîyayêye cuda-cudada usa  nîne wekî Ermenîstan gerekê wî barî hilde ser xwe û bi wê yekêva mijûlbe. Ew  yek tiştê ne nêzîkî aqilaye, me her dem xwe mînanî tifaqdara xweyî kirîye û nava pêwandîyada em rast bûne û bi wê yekê jî ew yek îzinê dide me ku em hinek kirinên Rûsîyayê rexnekin, yên ku bona me femdarî nînin. Li vir pêwîst nîne ku hemtêksta sîyasî bigerin”,-Sîmonyan gotîye.

Alên Sîmonyan serda zêde kirîye wekî gerekê pirsê gotûbêj bikin, lê roja îroyîn avîtina gava wî cûreyî ya neraste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button