Cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê em çawa piştgirîya aşîtîya li herêmê hesab dikin: Mîrzoyan

Ermenîstan cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya li ser sînorê tevî Adirbêcanê çawa piştgirîya aşîtîya li herêmê hesab dike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wextê prêss-konfêransa piştî hevdîtina wezîrê Rûmînîyayêyî karên der, gotîye.
Mîrzoyanê daye dîyarkirinê, wekî tevî hevkarê xweyî ji Rûmînîyayê têmayên hevkarîya dualî hatine gotûbêjkirinê. Herdu wezîra usa jî plana kirinên tevayî, yên salên 2023-2024 a îmze kirine.
Nava rojeva hevdîtina herdu wezîra, pirsên dîyaloga Ermenîstanê û Yekîîtîya Avropayê û cînartîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hebûne.
“Cîhwarkirina dîtindarên Avropayê, yên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê şuxulkarîke girînge.Em wê yekê çawa bilindkirina dereca ewlehkarîyê hesab dikin, ya ku alî qewînbûn û aşîtîya li herêmê dike.Em piştgirîya Rûmînîyayêye qîmetlû, ya nava gotûbêjkirinên Yekîtîya Avropayêda qîmet dikin”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.







