H’emû nûçeSereke

Endamên Organîzeya Netewên Yekbûyî, yên mafên mêriv bangî Adirbêcanê kirine ku lez azayî û ewlehkarîya çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê çareserkin

Endamên Organîzeya Netewên Yekbûyî, yên mafên mêriv bangî Adirbêcanê kirine ku lez azayî û ewlehkarîya çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê çareserkin.Nava berbirîbûnêda bang hatîye kirinê, ku lez korîdora Laçînê bidine vekirinê.

Pêşezanên organîzeyêye mafên mêriv dibêjin, wekî korîdora Laçînê rîya tek-tenêye ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê.Dorgirtina korîdorê birina  xurek, dû-dermana, ardû û eşîyayên mayîn, ya bona 120 000 binelîyên Qerebagê hatîye teribandinê.Rûyê sekinandina dayîna gazêda, halê hûmanîtarî xirav bûye û bi wê yekê jî xebata îdarên doxtirîyê hatîye teribiandinê. Îdarên xwendinê jî hatine girtinê.Endamên organîzeyê xemgînî elam kirine û gotine wekî berdewama dorgirtina dikare encamên hûmanîtarîye mezin pêşda bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button