H’emû nûçeSereke

Hewcetîya hevdîtinên diha dînamîk heye: Nîkol Paşînyan cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye. Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan jî beşdarî hevdîtinê bûye.

“Ez bi razîbûn gerekê bidime kifşê, wekî di navbera wekîlên Ermenîstanê û Rûsîyayêda întênsîvîya pêvajoyê heye û nenihêrî wê yekê hewcetî heye ku hevdîtin diha dînamîkbin, çimkî rojev ewqasî tijîbûyîye, wekî her dem li hev nayê hemû pirsa serhevda bînin”,- Paşînyan gotîye.

Paşînyan bi guman daye dîyarkirinê, wekî dorana pirsaye berfibreh wê bê gotûbêjkirinê.

Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê jî gotîye: “Nenihêrî guhartinên nava sîstêma kirîn-frotanê û êkonomîkîda em dîsa hevkarîya xweye êkonomîkî qewîn dikin û himberî sala derbazbûyî di navbera meda zivira kirîn-frotanê zêde bûye. Învêstîsîyayên ji Rûsîyayê jî li Ermenîstanê nava halekî başdanin”.

Ewî  usa jî daye dîyarkirinê, wekî êkonomîka Ermenîstanê beşeke Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye û ew  zêdayî kîjana yekîtî dide, li ber çevane.

Wextê hevdîtinê rojeva pirsên hevkarîya ermenîya-rûsa hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button