H’emû nûçeSereke

Pêvajoya aşîtîyê gerekê pêşda bilive: serokwezîrê Rûmînîyayê cîhwarkirina mîsîya  Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê silav kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bûxarêstê tevî serokwezîrê Rûmînîyayê Nîkolaê Çûka halê li  herêma  Behra Reş gotûbêj kirîye.

Hatîye ragîhandinê wekî serokwezîrê Rûmînîyayê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye, yê ku bi seredana fermî li Rûmînîyayêye.

Wextê hevdîtinê halê ewlehkarîya li herêma Behra Reş, bûyarên piştî şerê Ermenîstanê û Adirbêcanêye 44 roje hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên dualîda çûye.

Serokwezîrê Rûmînîyayê derheqa girîngîya qewînbûn û aşîtîya herêmêda xeberdaye û derheqa piştgirîya xweda, ya hindava pêvajoya aşîtîyêda daye dîyarkirinê.

“Pêvajoya aşîtîyê gerekê pêşda bilive û halê li herêmê gerekê li ser hîmê mafê navneteweyî bê rastkirinê, qedirgirtina serbixwetîya hemû welata û yekîtîya têrîtorîya”,- serokwezîrê Rûmînîyayê gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der halê li Qafqasîya Başûr raberî serokwezîrê Rûmînîyayê kirîye. Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirinê, wekî  ji alîyê Adirbêcanêda korîdora Laçînê hatîye girtinê û li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî heye.Wezîr usa jî derheqa teribandinên elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da xeberdaye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî îzina wê yekê tune ku qewata bidine xebatê û hemû pirs gerekê bi rîya pêvajoya aşîtîyê bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button