H’emû nûçeSereke

Bûyara qewimî dide kifşê wekî ev cûre cêribandina xapandina civaka navneteweyîye: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

“Êkoaktîvîstên” Adirbêcanê derbazbûna 27 welatîyên Arsaxê, yên ku ji Ermenîstanê diçûne Arsaxê, dane sekinandinê. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan elametî belav kirîye.

Ewî gotîye: “27 welatîyên Arsaxê, yên ku çend meha ji malbetên xwe dûr bûne, nava wanda zarok, merivên yaşê xweda mezin û usa jî yên seqet, li gorî qayîlîya tevî rûsa destanî û bi rêberîya aşîtîparêzên rûs, 4 ê nîsanê ji bajarê Ermenîstanêyî Gorîsê derketine û berbi Stêpanakêrtê çûne. Nenihêrî wê pevketina destanî, wa gotî “êkoaktîvstên” azêrîya yên ku xebatkarên qulixdarîyên mexsûsin, destûra derbazbûna avtomaşînên hêzên rûsaye aşîtîparêz dane sekinandinê. Rûyê wê yekêda ew welatî nêzîkî pênc seheta li ser rê mane. Piştî hevraxeberdanên bêfayde ew avtomaşîne paşda vegerîyane Gorîsê.

Li gorî înformasîyona, hinek azêrî jî ketine avtomaşînê.Wextê hîvîyêsekinandinê çar welatî xeriqîne. Bi rêberîya aşîtîparêzên rûs ew cîguhastî merkeza Stêpanakêrtêye doxtirîyê kirine, lê 23 welatî paşda vegerîyane Gorîsê.

Ev bûyar careke mayîn dide kifşê, wekî serokatîya Adirbêcanê înformasîyonên nerast raber dike, bona ku civaka navneteweyî bike nava şaşîyê. Bi vî cûreyî ew îzinê didin ku meriv ji Arsaxê derkevin, lê paşdahatina wan qedexe dikin, ew syaseta paqijkirinên êtnîkî mîyaser dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button