H’emû nûçeSereke

Deranîna eşîyayên ji Avropayê, yên berbi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî teribandin nîne

Deranîna eşîyayên ji Avropayê, yên berbi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî teribandin nîne. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîtêya kara dewletê Rûstam Badasyan gotîye rojnamevana.

Ewî daye zelalkirinê, wekî Ermenîstan endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye û guhdarîyê dide ser qanûndarîya organîzeyê, yên ku nava yekîtîyêda dişuxulin.

Bi gotina wî, Ermenîstan hewaskar nîne ku bikeve nava zona usaye tranzît, yan jî mecalên welatekî wî cûreyî bide xebatê. “Vî alîda Ermenîstan tu gaveke başqe navêje”,- Badasyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button