H’emû nûçeSereke

Xeberdana derheqa mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda dikare bê kirinê, dema ku birîyarên Ermenîstanê û xwestinên wê bêne razîkirinê: Xandanyan

Ermenîstanê tu cara cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv înkar nekirîye, ewqasî ew dokûmênt, li ser bingeha kîjanê gerekê mîsîya wî cûreyî  hebe, hê nava êtapa amadekirinêdane.

Li gorî înformasîya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.

“Ermenîstanê tu cara mîsîya dîtindarîyê, ya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv înkar nekirîye, ewqasî ew dokûmênt, li ser bingeha kîjanê gerekê ew mîsîya hebûya, dîsa nava êtapa amadekirinêdane.Bona me girînge, ku ew pirs bêne mîyaserkirinê, yên ku gerekê bi obyêktîvî bêne raberkirinê, ku bi rastî hindava axa Ermenîstana serbixwe çi qewimîye. Bêyî wê yekê, bêyî qîmetkirina hal wê dijwarbe bînin ber çevê xwe, ku gerekê mîsîya çi cûreyî li wir bê mîyaserkirinê”,-Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button