H’emû nûçeSereke

35 sal piştî sûcê Maragayê, armanca Adirbêcanê ewe ku Qerebaxa Çîya bikeve bin qirkirina êtnîkî: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi minasebeta 31 emîn salvegera qetlyama ermenîyan ya li Maragayê daxuyanîyek da.

Daxuyanîyêda wiha tê gotin: “31 sal berê, sala 1992 a  10 ê nîsanê hêzên çekdarên Adirbêcanê li gundê  Maraxayêyî li nehîya Martakêrtê, ya Qerebaxa Çîya  dijî  binelîyên sivîl komkujîyeke hovane ya plankirî pêk anîbû û  nava wê encamêda  gundê ku nêzîkî 5000  binelîyên wê hebûn, bi temamî rastî qirkirina êtnîkî hat, 50 binelîyên sîvîl bi awayekî hovane hatin kuştin, û heman hejmar jî dîl hatin girtin. Daneyên di raporên Human Rights Watch û Amnesty International de hatine belgekirinê.

Yazîya gelek girtîyan heta roja îro nehatîye zelalkirin û bi dastê zorê hatine windakirin. Komkujîya Maragayê berdewamîya qetlîyamên organîze yên li Sûmgaîtê, Kîrovabadê û Bakûyê yên li dijî ermenîyan bû yek ji dîyardeyên asayî yên tawanên girseyî yên ku desthilatdarên Adirbêcanê bi hinceta nasnameya neteweyî pêk tînin.

Sûcên bi plankirî yên li dijî gelê sîvîl yên Qerebaxê, bêcezakirin û rûmetkirina wan bûne parçeyek ji sîyaseta sîstêmatîk ya Adirbêcanê û di şerê Adirbêcanê yê sala 2016 a li dijî Qerebaxa Çîya jî dîyardeyên nû derketin, êrîşa nîsanê li ser astek mezin  bû, sala 2020 î şerê 44 rojeda bû,  nava encamên kîjanêda bi deha hezaran ermenî ji Hedrûdê, Şûşîyê û nehîyên cîran jî koçber bûn.

Badîhawa nîne ku ne tenê salên 1988-1991 da ermenîyên ku ji Qerebaxa Çîya koçber bûne, tu carî derfet nedîtin ku vegerin malên xwe, di navda birêvebirina milkên xwe yên taybet, bikar bînin, û heta niha jî, binpêkirina  xalên daxuyanîya sêalî ya  sala 2020 ye 9 ê mijdarê, Adirbêcan vegera eware û penaberan bo Qerebaxê û navçeyên der-dora wê asteng dike, ku divê di bin çavdêrîya komîserîya bilind ya Organîzeya Neteweyên Yekbûyîda bê kirin.

Bi binpêkirina normên hiqûqîye navneteweyî û erkên navneteweyî yên ku di ser xwe de girtîye, Bekûya fermî van rojan niştecîhên ermenîyan yên di bin destê xwede, malên ermenîyan, wek gundê ermenîyan yê Telîşê, bi azrîya niştecîh dike.

Hêjayî gotinêye ku Adirbêcan bi binpêkirina biryarên dadgehên navneteweyî yên desthilatdar, bi eşkereyî heram, xerakirin û wêrankirina bîr û perestgehên olî û dîrokî-çandî yên Ermenîstanê didomîne, bi armanca rakirina şopa ermenîyan ji herêmên di bin destê xwe de.

Di heman demê de propagandaya nefretê ya li hemberî ermenîyan di asta herî jorde didome. Ev qeyd berîya niha gelek caran ji alîyê sazîyên navneteweyîve hatin şermezarkirin. 35 sal piştî sûcê Maragayê, Adirbêcan bi qasî 4 mehan bi awayekî neqanûnî korîdora Laçînê ya ku Qerebaxa Çîy bi cîhanê ve girêdide, digire.

Çêkirina bi qestî qeyraneke mirovî li Qerebaxê, binpêkirinên demkî yên agirbestê û kiryarên êrîşker yên hêzên çekdar yên Adrbêcanê li Qerebaxê, armancgirtin û tirsandina berdewama xelkê sivîl careke din îzbat dikin ku armanca Adrbêcanê ewe ku li  Qerebaga Çîya bi qirkirina êtnîkî va girêdayîye.

Em îro ji bo bîranîna qurbanîyên qetlîyama Meragayê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo zêdetir rêgirtin li van tawanan, em careke din tekezî li ser lezgînîya bikaranîna gavên aktîv yên civaka navdewletî dikin, tevî mekanîzmayên navdewletî yên berdest.

Komara Ermenîstanê pabendbûna xwe bi pêkanîna aşitî û asayîşa demdirêj û giştalî li navçê dupat dike, ku ev yek bi rîya redkirina sîyaseta tundrew û êrîşkar ji alîyê Adirbêcanê ve û peydakirina çareserîyên dadperwerane ji kêşeyên heyî re pêkane”. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button