Rûsîya ji borcdarîyên xwe, yên hindava Ermenîstanêda paşda nasekine: Kopîrkîn

Hevkarîya Rûsîyayê û Ermenîstanêye nava goveka ewlehkarîyêda çawa govekeke herdu welataye sereke dimîne. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
Kopîrkîn gotîye, wekî Rûsîya ji wan borcdarîyên xwe paşda nasekine.
“Baregeha leşkerîye 102 a dişuxule, hejmara sînorxweykirên me zêde bûye, li ser sînorê ermenîya-azêrîya postên dîtindarîyê hatine cîhwarkirinê. Bêguman koma aşîtîparêzên meye li Qerebagê faktora çareserkirina ewlehkarîyêye. Mixabin, carina leşkerên meye aşîtîparêz rexne dikin, lê ew yek nade kifşê, wekî pareskerê me ewlehkarîya binelîyên Qerebagê hilnade ser xwe. Hema niha jî dema ku korîdor girtîye, aşîtîparêz bona pêşîgirtina krîzeya hûmanîtarî rola girîng dilîzin. Ew alî dikin ku eşîyayên bona cimetê pêwîst bighîjine cîh”,- baylozê Rûsîyayê gotîye.







