Em bang dikin ku bi gavên zelal kirinên Adirbêcanêye agrêsîv gunekar bikin: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, nava kîjanêda hatîye gotinê:
11 ê nîsanê roj seheta 4 a li nêzîkî gundê qeza Ermenîstanêye Syûnîkêyî Têxê komeke hêzên azêrîya bi menîya rastkirina xalên li ser sînor, nêzîkî leşkerên ermenî bûne, provokasîya mîyaser kirine û paşê bi sîlihên cûre-cûre berbi tabîyên leşkerên ermenî agir kirine. Leşkerên ermenî bersiva wan dane û axa Ermenîstana serbixwe parastine. Kuştî û birîndar hene.
Provokasîya ku hatîye mîyaserkirinê, gaveke Adirbêcanêye dijî axa Ermenîstana serbixweye.Ev sîyaseta Adirbêcanê ya nû nîne, ew berdewama êrîşên gulan û mijdara sala 2021 ê û usa jî îlona sala 2022 a ye, nava encamên kîjanada Adirbêcanê axa Ermenîstana sebixwe dagir kirîye.
Em bêjin wekî xebitandina qewatê û gefxwerin beşeke sîyaseta Adirbêcanêye û merem ewe ku halê li herêmê tevlîhev bikin û cedandinên hevkarên navçîgar, yên bona hevraxeberdana, bidine teribandinê.
Em bangî civka navneteweyî û hevkarên li herêmê dikin ku ew bi elametîyên konkrêt û gavên zelal kirinên Adirbêcanêye agrêsîv gunehkarkin û êskalasîya pêşerojê bidine sekinandinê.







