Ermenîstan nava pirsa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda fûtbolê nalîze: Sargîs Xandanyan

Em fûtbolê nalîzin, em derheqa ewlehkarîya Ermenîstanêda xeber didin. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der, parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl” Sargîs Xandanyan gotîye rojnamevana.
Ewî serda zêde kirîye wekî nêzîkbûnên cuda pêwîstin, pirsa derbazkirina topê tune. Bi gotina wî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gerekê bersiva agrêsîya dijî Ermenîstanê bide, ya ku tevî hemû hevkara hevkarîyê dike, nava wêda usa jî alîyê avropî û rûsî.
Parlamêntvan çawa pirsa sereke ewlehkarîya Ermenîstanê hesab dike.
“Em hewaskar nînin wekî Ermenîstan nava qewilên halê gêopolîtîkîyî sertda bibe dika pevçûyîna”,- ewî gotîye.
Em bîr bînin, wekî destpêka meha nîsanê wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, bi xeberadna derheqa mecala cîhwarkirina dîtindarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotibû wekî top niha alîyê Yêrêvanêye.







