H’emû nûçeSereke
Ermenîstan û Tirkîya program dikin ku destpêka havînê bona welatîyên welatên sisîya û merivên ku bi pasportên dîplomatîne, sînor vekin

Di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda pevketin hatîye destanînê ku destpêka havînê bona welatîyên welatên sisîya û merivên ku bi pasportên dîplomatîne sînor vekin. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan gotîye rojnamevana.
“Pevketin heye wekî destpêka havînê sînor gerekê bona welatîyên sisîya û merivên bi pasportên dîplomatî bê vekirinê.Alîyê ermenî ji alîyê xweda xebata mîyaser dike ku dergehê Margarayê bide çêkirinê.Alîyê tirka dibêje wekî ew jî xwe amade dikin. Heyneser tu tiştekî usa nehatîye gotinê, wekî pevketin mîyaser nabin”,- Rûbînyan gotîye.







