Mîsîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê dikare peymana gazê, ya Bekûyê û Yekîtîya Avropayê bike bin qezîyayê: Politico

Mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê û raporta parlamênta Avropayê, ya ku teribandinên mafên mêrive li Adirbêcanê gunehkar dikin, dikarin deranîna gazêye ji Adirbêcanê, ya berbi Yekîtîya Avropayê bikine bin qezîyayê.
Ji 20 ê meha sibatêda Yekîtîya Avropayê mîsîya sîvîl li Ermenîstanê destpê kirîye.Ew li alîyê sînorê ermenîya-azêrîyaye li alîyê ermenî dixebite.
Wextê qisa tevî Politico yê,bi peyman ku navê wî nedin, nevsê Yekîtîya Avropayêyî derecebilind bi yazixî gotîye, wekî pêwandîyên tevî Adirbêcanê tê bêjî xirab bûne. “Em bona ssênara başqe, ya tevî Bekûyê hêvîdar bûn”,- ewî gotîye.
Rûsîya rûyê şerê dijî Ûkraînayê li alîkî mayîne, Bryûsêl hêvîdar bû ku amadebûna xweye li Qafqasîya Başûr qewînke û pêşnîyar kir ku piştgirîyê bidine cînara Adirbêcanê-Ermenîstanê, bona ku balansa di navbera herdu welatada bê xweykirinê.







