H’emû nûçeSereke
Wezîretên Ermenstanê û Rûsîyayêye karên der dora li herêmê û hevkarîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda şêwirdarîya derbaz dikin

Wezîretên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der dora li herêmê û hevkarîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda şêwirdarîya derbaz dikin. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda tê gotinê, kîjanêda encamên şêwirdarîyên cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tên tomerîkirinê. “Dorana pirsaye berfireh, ya derheqa hevkarîya piralîda hatîye gotûbêjkirinê.
Derheqa mêxanîzmên bona hevkarîya boy qewînkirina ewlehkarîya li herêma Avrasîyayî hatîye îzbatkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Hatîye dîyarkirinê wekî alîya usa jî halê li Qafqasîyayê, gavên bona aktîvkirina pêwandîyên êkonomîkî û transportê gotûbêj kirine.







