Niha pêşnîyarên bona hevdîtina hene û pêşerojêda tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der wê hevdîtin hebin: Mîrzoyan

Niha alîyê ermenî amadeye hevdîtina tevî Adirbêcanê destpêke. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye, dema ku ewî derheqa gunehkarkirina wezîrê Adirbêcanêyî karên derda xeberdaye, bi kîjanê Bayramov gotibû, wekî Ermenîstan sîyaseta neçêkirinê mîyaser dike.
“Me hevdîtina xweye dawî daye paşdaêxistinê, ya ku gerekê dawîya sala derbazbûyî li Moskvayê bibûya. Ew paşdaêxistin rûyê halê li korîdora Laçînê hate kirinê. Niha em amadene hevdîtina careke mayîn destpêkin”,- Mîrzoyan gotîye.
Ewî gotîye, wekî piştî paşdaêxistina hevdîtina jî pêvajoya hevraxeberdana nesekinîye.Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî niha jî pêşnîyarên bona hevdîtina hene û pêşerojêda hevdîtin wê hebin.
Bi axaftina derheqa peymana aşîtîyêda, derheqa pirsa maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê, Mîrzoyan gotîye:
“Nava doranên mêxanîzma navneteweyîda, ya dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê, gerekê helkirin bêne dîtinê û pirsên maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bêne helkirinê. Ev koma pirsa beşeke pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye”.







