Pêşnîyara Yekîtîya Avropayê ya vekişandina hêzên çekdar ji sînorên sala 1991 ê yên bi Adirbêcanê ra ji bo Ermenîstanê ya qebûlkirinye

Ermenîstan daxuyanîya Yekîtiya Avropayê ya li ser rêzgirtina sînorên sala 1991 ê bi Adirbêcanê ra dike û amadeye ku ji bo çareserîya vekişîna hêzên çekdar ji wî sînorî, ku ji alîyê Yekîtîya Avropaêda hatîye pêşnîyarkirin, here. Li gorî nûçeya “Armenprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan destpêka civîna hukumetêda got.
“Di warê nirxandina sîyasî ya rewşa sînor de, bi bawerîya min peyama roja borî ya Yekîtîya Avropayê ku li ser xeta sînor ya sala 1991 ê tê rawestin, girînge.
Gilî derheqa sînorê îdarî yê di navbera Komara Sovyêta Sosyalîstî ya Ermenîstanê û Komara Sovyêta Sosyalîstî ya Adirbêcanêdane, ku di 21 ê kanûna pêşin ya sala 1991 ê de bi daxuyanîya Almatayê veguherî sînorê dewletê bû. Divê rêz li vê xeta sînor bê girtin, ev yek di daxuyanîya Yekîtîya Avropayêda hatîye nivîsandin. Herwiha tekezî li ser vekişandina hêzên çekdar yên herdu alî yan ji wî sînorî bo mesafeyeke ewle dike, weke garantîyeke pêbawer ji bo aramîya rewşê. Ermenîstan amadeye ku tedbîrek wiha li seranserê xeta sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê ya sala 1991 ê bigire. Vê mijarêda ji sala 2021 ê û pêva em amadebûna xwe dîyar dikin. Kiryarên bi vî rengî ji mantîqa peymana çaralî ya Prahayê û ya sêalî ya Soçîyêne”.
Li gorî serokwezîr, çareserîya bi vî rengî bi nêzîkatîya tineker ya Adirbêcanê tê astengkirin. Adirbêcan bi awayekî sîstêmatîk pratîka xwe ya nepêkanîna peymanên ku li ser platformên navneteweyî hatine kirin nîşan dide. “Heman rewş di derbarê berdana girtîyanda ye, heman rewş di mijara parastina rêjîma agirbestê û nebikaranîna hêz û gefa hêzêda ye, ku li ser peymana nivîskî li Soçîyê hate kirin. Doza astengkirina neqanûnî ya korîdora Laçînê ye”.







