H’emû nûçeSereke

Yektîya Avropayê bang kirîye ku nava qewilên tunebûna dyîarkirina sînorada qedirê sînorê sala  1991 bigrin

Yekîtîya Avropayê elametî belav kirîye, nava kîjanêda derheqa êrîşa azêrîyaye li  nêzîkî gundê qeza Syûnîkêyî Têxê daye dîyarkirinê û ew êrîş çawa pevçûyîn nav kirîye.

“Yekîtîya Avropayê bona wan pevçûyînên sîlihkirî yazixîyê elam dike, rûyê kîjanêda li ser sînorê ermenîya-azêrîya leşkerên ermenî û azêrî hatine kuştinê û birîndar bûne. Ev bûyar careke mayîn dide kifşê, wekî nava qewilên tunebûna dyîyarkirina sînorada, gerekê qedirê sînorê sala  1991 ê  bigrin, hêzên her alîkî gerekê ji wan xeta bêne derxistinê û paşdavekişandinê, bona ku pevçûyîn newekilin”,- berdevka pirsên ewlehkarîya sîyasî Nabîla Masralînê gotîye.

Dîplomatê serda zêde kirîye, wekî alî gerekê hevraxeberdanên dora dîyarkirina sînora bidine aktîvkirinê.

Yekîtîya Avropayê careke mayîn bang kirîye ku alî xwezeftkirinê bidine kifşê û pirsgirêka bi rêya edil helkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button