H’emû nûçeSereke

Deranîna hêzên azêrîyaye ji tabîyên Ermenîstanêye dagirkirî wê bona pêşîtgirtina bûyarên pêşerojê girîngbe: wezîreta Fransîyayêye karên der

Wezîreta Fransîyayêye karên der elametî belav kirîye û derheqa êrîşa Adirbêcanêye li ser leşkerên ermenî daye dîyarkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê , Fransîyayê xemgînîya xwe girêdayî bûyara 11 ê nîsanêra elam kirîye, wextê kîjanê li nêzîkî gundê ermenîyayî Têxê êrîş qewimîye, rûyê çida ji herdu alîya hevt meriv hatine kuştinê û çend meriv jî birîndar bûne.

Fransîya bîr tîne, wekî dîyarkirina sînora gerekê bi rêya hevraxeberdana bê kirinê û bangî alîya dike ku wan cedandina berdewam bikin.

Fransîya bi temamî piştgirîyê dide mîsîya dîtindarîyê, ya Avropayêye li Ermenîstanê, ya ku rola girîng nava karê milahîmkirina halda dilîze. Fransîyayê li rex Yekîtîya Avropayê bişuxule, bona ku qedirê agirbestê bê girtinê, hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda berdewambin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button