H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê bona normalkirina pêwandîya berdewam dike: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Ermenîstan nava doranên elametîya 9 ê mijadara sala 2020 î da borcdarîyên xwe diqedîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Bi wî meremî Ermenîstan hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê bona normalkirina pêwandîya berdewam dike.Minê bixwesta bigota, wekî bona helkirina dawî pirsa maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê ya serekeye, ya ku gerekê bin mêxanîzmên dîyaloga navneteweyîda bê helkirinê”,- Mîrzoyan gotîye.

Nava dorana prêss-konfêransêda wezîrê karên der gotîye, wekî wextê qisa tevî Bûyar Osmanî fikir usa jî dora rojeva dualîda, ya Ermenîstanê û Makedonîya Bakûrda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button