Hayk Koncoryan bangî hevkarên navneteweyî kirîye ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv bidine sekinandinê

Serokê fraksîya parlamênta Ermenîstanê, ya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan derheqa êrîşa ser leşkerên ermenî, ya nêzîkî gundê Têxê raber kirîye.
Koncoryan bang kirîye ku hukumê navneteweyî li ser Adirbêcanê bidine zêdekirinê bona ku kirinên agrêsîv bêne pêşîgirtinê.
“Çawa serokê koma dostîyê, ya Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ez bi nama berbirî endamên Kongrêsê bûme.Ez usa jî berbirî serokê koma dostîyê, ya Yûnanistanê û Ermenîstanê Dîmîtrîos Markopûlos bûme.Ez wî cûreyî jî berbirî serokê komîsîya hevkarîya di navbera parlamêntên Ermenîstanê û Qibrisê bûme.
Min bangî hevkarên xwe kirîye ku hemû cedandinên pêwîst bidine xebatê û hukumê navneteweyî li ser Adirbêcanê bidine zêdekirinê bona ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv bêne pêşîgirtinê û êskalasîya li herêma me bê sekinandinê”,- Koncoryan gotîye.







