H’emû nûçeSereke
Qedexekirina deranîna xurekên bi şîr çêkirî berbi Rûsîyayê pêşîgirtina kirîn-frotana Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye: Kêrobyan

Ji 5 ê nîsanêda qulixdarîya Rûsîyayêye kontrolkirina sanîtarîyê birîyar kirîye ku deranîna xurekên bi şîr çêkirî, yên ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê dijî qanûnên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye û alîyê ermenî wê pirsê tevî hevkarên rûs gotûbêj dike.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan li parlamêntê gotîye.
Parlamêntvan bîr anîye, wekî eva serê çend rojaye senaya xurekên ku bi şîr tên çêkirinê, li ber pirsgirêkê sekinîye û nikarin wan xureka derxine Rûsîyayê.
“Bi qîmetkirina me, ev yek pêşîgirtina kirîn-frotana Yekîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye.Ev yek dijî qanûnên kirîn-frrotana yekîtîyêye. Em niha wê pirsê tevî hevkarên xweye rûs gotûbêj dikin”,-Kêrobyan gotîîye.







