SerekeSport

Serokê fêdêrasîyona navneteweyî, ya giranîbilindkirinê  hesab dike, wekî derbazkirina pêşbirka hemcîhanê jî dikare li Yêrêvanê pêk bê

Serokên fêdêrasîyonên navneteweyî û avropî, yên sporta giranîbilinldkirinê hêvîdarin, wekî piştî pêşbirka Avropayêye li Yêrêvanê, tiştên başqe jî dikarin bêne teşkîlkirinê. Derheqa wê yekêda serokê fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirina Antonîo Konflîttîn gotîye.

“Komîtêya teşkîldar hemû tişt kirîye ku em hêvîdarin, wekî ev pêşbirka Avropayê wê li ser dereca bilind bê pêkanînê”,- ewî gotîye.

Serokê fêdêrasîyona navneteweyî Mehmed Calûd jî sirîya xweda gotîye, wekî tiştê nêzîkî aqilaye ku pêşbirka hemcîhanî, ya sala 2024 a dikare li Yêrêvanê bê pêkanînê û ewê jî bicêribîne piştgirîyê bide ku Ermenîstan wê pêşbirka hemdinîyayê li cem xwe qebûlke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button