Serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê li Bekûyê pirsa korîdora Laçînê bilind kirîye

Serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê , wezîrê Makedonîya Bakûr, yê karên der Bûyar Osmanî wextê seredana xweye 12 ê nîsanêye li Bekûyê pirsa korîdora Laçînê bilind kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Bûyar Osmanî derheqa wê yekêda li Yêrêvanê, piştî hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Aararat Mîrzoyan, gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî hê meha çileda li qulixa serokê organîzeyêda kirina axaftina bi têlefonê, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der bûye, ya ku korîdora Laçînêva girêdayîye. Piştî wê yekê li Vîyênayê hevdîtina şêwira organîzeyê hatîye teşkîlkirinê û wezîrê Ermenîstanêyî karên der, girêdayî pirsa korîdora Laçînêra, hatîye teglîfkirinê.
Duh li Bekûyê min cêrge pirsên hûmanîtarî bilind kirin. Roja îroyîn jî wan pirsa ezê li vir bilindkim, bona ku mecalên çêkirina pirayên di navbera herdu welatada fem bikin.Eve meremê me, bo ku aşîtî bê çareserkirinê”,-serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê gotîye.
Ewî daye dîyarkirirnê, wekî ew beşdarî vê pêvajoyê bûne û wê berdewam bikin.







