H’emû nûçeSereke

Hetanî Elîyêv serkarîyê bike, aşîtî wê tunebe: opozîsîyonêrê azêrî Mîrzelî Mehmed

Çawa ku eyane rêjîma Îlham Elîyêve dîktatorî ne tenê hundurê Adirbêcanêda dijminên xwe digere, lê ew berê xwe dide ji welêt der jî.Welatîyên Adirbêcanê, yên ku  nava encamên binçevkirin û zêrandinada mecbûr dibin ji Adirbêcanê derkevin, dîsa nava qezîyayêda dimînin. Li welatên mayîn jî, li kîderê ew cîhwar dibin,  bi xwestina Bekûyê tê êrîşkirinê. Merivekî vî cûreyî jî blogêrê azêrî Mîrzelî Mehmede, hevt cara êrîş birine ser wî, lê jêra li hev hatîye hetanî niha sax bimîne.

Portala Înfoktêka 24 ê tevî wî qise kirîye.

Nava axaftina xweda Mîrzelî Mehmed gotîye, wekî ji sala 2011 a hetanî  sala 2015  a ew  çawa endamê opozîsîyayê sê cara hatîye girtinê û rûyê wê yekêda malbeta wî jî zîyanê ketîye. Sala 2016 a ew cîguhastî Fransîyayê bûye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê dîktatore û ewî jî  xwe nava ewlehkarîyêda texmîn nekirîye bo wê yekê jî ewî şerkarîya xwe kirîye. Bi gotina blogêr, ewê şuxulkarîya  xweye sîyasî berdewam bike.

Nava axaftina xweda ewî daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha li mektebên Adirbêcanê mejûyên zaroka tên şûştinê û wana dijî ermenîya radikin û bo  wê yekê hiznekirina ermenîya gihîştîye dereceke bilind.Çawa bersiva wê pirsê ku di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda, bi fikira wî, wê aşîtî îzbatbe, yan na, Mîrzelî Mehmed gotîye: “Hetanî ku Elîyêv serkarîyê bike, aşîtî wê tunebe. Ew dicêribîne bi  alîkarîya têma ermenîya cimeta Adirbêcanê bixapîne û heger aşîtî jî îzbatbe, wî çaxî ewê bi pirseke mayîn hukumî ser cimeta azêrî bike”.Çawa bersiva wê pirsê jî gelo ew dixweze here Ermenîstanê, ewî gotîye: “ Belê, minê bixwesta ku ez biçûma Ermenîstanê. Pirsgirêkên min ne tevî Ermenîstanê, ne jî tevî cimeta ermenî hene”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button