H’emû nûçeSereke

Li Qerebagê gelek pirsên ewlehkarîyê nayêne helkirinê û bona helkirina wan hewcetîya amadebûna navneteweyî heye: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

Me gotîye, wekî emê dora pirsa korîdrora Laçînê hevraxeberdana derbaz nekin û em  niha jî li ser wê tabîyêne. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Nava vê pirsêda hemû tişt hatine pevketinê û Adirbêcan gerekê tenê borcdarîyên xwe biqedîne lê Rûsîya gerekê  azêrîya ji korîdrora Laçînê derxe, çimkî li gorî elametîya 9 ê mijdarê korîdora Laçînê gerekê bin kontrola azîtîparêzên Rûsîyayêdabe”,-ewî gotîye.

Bi xeberdana derheqa têma ewlehkarîya Arsaxêda, Armên Grîgoryan gotîye: “Ewlehkarîya bona Qerebagê dikare wî çaxîbe, dema ku hêzên azêrîya ji xeta Qerebagêye pêşin paşda bibin.Garantîyayên ewlehkarîyê dikarin wî çaxî hebin, dema ku sîstêmên navneteweyî amadebin, him li Qerebagê û him jî li korîdora Laçînê. Heger nava formata hevraxeberdanên Stêpanakêrtê û Bekûyêda amadebûna navneteweyî hebe, wî çaxî garantîyayên ewlehkarîyê dikarin hebin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button