H’emû nûçeSereke

Tevî Adirbêcanê pevketin hebûne, lê piranîya wana hatîye teribandinê: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê derheqa halê li gundê Têxê

Tevî Adirbêcanê pevketin hebûne, lê piranîya wana hatîye teribandinê.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê  şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî “Sîvîlnêt” ê  gotîye, dema ku ewî derheqa bûyarên gundê Têxê xeberdaye.

“Bi tomerî hildayî gotûbêjkirinên cuda-cuda hebûne, hemû pirs hatine gotûbêjkirinê, birîyar hatine kirinê, li gorî kîjana gerekê pêvajo destpêbe.Wextê mîyaserkirina wan pirsa tevî Adirbêcanê pevketin hebûne ku wê pêvajoyê çi cûreyî teşkîlkin. Adirbêcanê piranîya wan pevketina teribandîye û rûyê  teribandina wanda ev hal pêşda hatîye. Niha lêpirsîn tê kirinê bona ku ew fem bikin ku ji alîyê meda çi têberdan hebûne”,-sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku Nîkol Paşînyan gotîye wekî em hîvîya wê yekê bûn, wekî pevaketin wê bêne teribandinê, Armên Grîgoryan gotîye: “Pirsgirêk hebûne bona kîjana lêpirsîn tê kirinê bidine zelalkirinê ku pirsgirêkên me kîjanin”.

Ewî usa jî gotîye, wekî li wir sînorê dêlîmîtasîyakirî heye û ew hemûyara eyane: “Hêna Sovyêtê ew sînor dêlîmîtasîyakirî bû, yê ku bi dêklarasîya Alma Atayê bûye sînorê di navbera dewletada. Bi fikira min, hemûya jî dîtîye wekî azêrî nava axa Ermenîstêdanin.Em gerekê xebatê mîyaserkin ku ew ji wir derkevin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button