Ermenîstan li ser hîmê tabîyên hinek welatên endam pêwîstîya rastkirina zona cabdarîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv têra dibîne

Hukumata Ermenîstanê nava raporta derheqa mîyaserkirina bernama xweda, derheqa agrêsîya Adirbêcanêye îlona sala 2022 a da daye dîyarkirinê û bersiva civaka navneteweyî jî, ya nava wê agrêsîyayê raber kirîye.
Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî 13 ê îlona sala 2022 a hêzên Adirbêcanê rûyê agrêsîya dijî axa Ermenîstna serbixwe destpê kirîye, wextê kîjanê sîlihên cûre-cûre û têknîka cûre-cûre hatine xebitandinê.Nava encamê wê agrêsîyayêda alîyê ermenî 225 meriv unda kirine, nava wanda sê binelîyên sîvîl, 293 leşker û hevt binelîyên sîvîl birîndar bûne, lê 20 leşker jî dîl ketine. Ji alîyê Adirbêcanêda 36 gundên Syûnîkê, Vayos Zorê, Gêxarkûnîkê bûne hedef, nava wanda usa jî gundên Gorîsê, Sîsîyanê, Kapanê, Cêrmûkê, Vardênîsê, Têxê, Gêxamasarê. Nava encamên wê yekêda 192 mal, sê hotêl, du mekteb, îdareke doxtirîyê, avayîkî cuda hatine wêrankirinê û xirabkirinê. Xêncî wê yekê hevt sîstêmên êlêktrîkî, pênc yên dayîna avê, sê sîstêmên gazê, pirak, du rêyên avtomaşîna û soqaqek hatine wêrankirinê.
Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî bi çend alîyava ketine axa Ermenîstana serbixwe. Rûyê agrêsîyayên salên 2021- 2022 a da, Adirbêcanê ji 150 çargoşe kîlomêtirî zêdetir axa Ermenîstana serbixwe dagir kirîye. Ji salên 1990 î jî 75 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstana serbixwe bin kontrola Adirbêcanêda mane.
Hatîye dîyarkirinê, wekî girêdayî wê agrêsîyayêra Ermenîstan berbirî Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bûye. Cêrge şêwirdarî girêdayî wê yekêra pêk hatine. Mijdara sala 2022 a jî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li Yêrêvanê pêk hatîye.
Ji alîyê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda tu gav nehatine avîtinê, agrêsîya ji alîyê Adirbêcanêda nehatîye qîmetkirinê û gav nehatine avîtinê ku yekîtîya axa Ermenîstanê bidine dasekinandinê.Xêncî wê yekê, çend endamên organîzeyê tabîyên xwe nadine zelalkirinê û bi wê yekê jî pêwîstî heye ku zona cabdarîya organîzeyê bidine rastkirinê. Hema ew bûye menî wekî Ermenîstanê piştî civîna organîzeyê dokûmêntên anegor îmze nekirine û rûyê wê yekêda birîyar nehatine qebûlkirinê.
Cotmeha sala 2022 a jî li Prahayê hevdîtina çaralî pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Adirbêcanê Îlhaym Elîyêv, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl. Nava encamên wê hevdîtinêda Şêwira Avropayê birîyar kirîye bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê dîtindarên avropî cîhwarke. 19 ê kanûnê ew mîsîya ser hevda hatîye, lê çileya sala 2023 a jî, bi wedê du sala mîsîya nû hatîye cîhwarkirinê.







