H’emû nûçeSereke
Sala 2023 a nêzîkî 930 merivî nava dorana bernamên çareserkirina pirsên avayada piştgirî stendine
Ew malbetên ku zarokên wan hene, nava doranên bernamên piştgirîyêda, yên bona çareserkirina pirsên avayên jîyînê 930 merivî piştgirî stendine. Bona wê yekê 645 mîlyon diram hatine başqekirinê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta xebatê û pirsên sosîyalî ragîhandine.
Em bîr bînin, wekî progiramên wî cûreyî bi armanca dayîna krêdîta û piştgirîya fînansî tên mîyaserkirinê.
Li gorî progirama ewlin alîkarîya fînansî didine binelîyên qezayên Ermenîstanê ku ew avaya bistînin, yan jî bi meremê çêkirina malên nû.