H’emû nûçeSereke

Bona destanîna nimûnên nû, yên leşkerî, Ermenîstanê çarçoveya hevkarîyê sala 2022 a daye berfirehkirinê

Bona destanîna sîlihên nû û têknîka leşkerîye nû Ermenîstanê sala 2022 a hevkarîya leşkerî-têknîkî daye berfirehkirinê û ji 30 yî zêdetir peyman hatine îmzekirinê.

Derheqa wê yekêda nava raporta hukumatêda hatîye gotinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî alîyê werguhastinada xebatên berfireh tên mîyaserkirinê. Nava hêzên sîlihkirîda guhartinên sîstêma hatine kirinê. Xêncî wê yekê qewilên bona qulixkirina ofîsêr û leşkera hatine pêşxistinê.

Nava raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî bona destanîna sîliha û têknîka leşkerî ji 30 yî zêdetir peyman hatine qolkirinê. Bona parastina sînora sîstêmên pêwîst hatine destanînê.

Merkezên hînkirinê hatine sazkirinê.

Nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî nava çarçoveya werguhastina eskerda, werguhastinên mayîn jî tên mîyaserkirinê û pêra jî xebatên înjênêrîyê û têknîkî tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button