H’emû nûçeSereke

Heger mêxanîzmên navteweyî neyêne sazkirinê, wî çaxî piştî morkirina peymana aşîtîyê, hema rojtira mayîn jî dikare şerê nû destpêbe: Paşînyan

Pirseke girîng heye, ya ku nava 16 salên dawîda pirseke girîng bûye, lê bona wê yekê tu tişt nehatîye kirinê. Pirs nava wê yekêdane, wekî me dîna xwe nedaye pêşeroja Qerebagê, lê ew yek girîng bû û girînge, ku wextê dew û dozê derheqa pirsa Qerebagêda jî bifikirîyana. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

“Nava temamîya dew û doza Qerebagêda prînsîpên xweqirarbûnê û yekîtîya têrîtorîya li rex hev bûne. Nava vê hemtêkstêda mafê xweqirarbûnê dide kifşê, wekî tu mafê xweqirarbûnê datînî pêşîya xwe. Feqet statûs nayê dîyarkirinê, kîjanê tu dixwezî bidî pêşxistinê û pêşerojêda bighînî statûsê.Ev yek jî dide kifşê, wekî derheqa xweqirarbûnêda xeberdan tune. Heger pirsa xweqirarbûnê bilind dikî, usaye tu beşeke  tiştekîyî.Niha me bi xwe halê hevraxeberdana, sîyasî saz kirîye û niha jî  me gotîye, wekî bona Qerebagê em statûsê dixwezin, lê me tu cara statûs qebûl nekirîye û bi vê yekê me xwe û cimeta Qerebagê xapandîye”.-Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî gelekî girînge ku peymana aşîtîyê bê piştgirtinê û bona wê yekê mêxanîzmên navneteweyî bêne sazkirinê, heger usa nîbe hema rojatira mayîn jî  şerê nû dikare destpêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button