H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bi xebitandina gefxwerina dicêribîne xwestinên xwe bide pêşxistinê:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî derheqa cedandinên serokê Adirbêcanê, yên bona teribandina pêvajoyên normalkirina halê li Qafqasîya Başûr belav kirîye.

“18 ê nîsana sala 2023 a elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv careke mayîn didine kifşê, wekî ew dixweze derbê bighîne cedandinên alîyê ermenî û civaka navneteweyî, yên bona îzbatkirina aşîtîya li Qafqasîya Başûr.

Îlham Elîyêv bi van elametîyên xwe dide kifşê, wekî ew hevkarên navneteweyîye cûre-cûre hesab hilnade, li ber kîjana Adirbêcanê  yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas kirine û cêrge borcdarî hildane ser xwe, nava wanda usa jî dîyarkirina sînoraye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ya li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê, usa jî wan mêxanîzmên navneteweyî, yên ku bona garantîyayên maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê hatine sazkirinê.

Serbara serda serokê Adirbêcanê bi elametîya xwe eşkere derheqa mîyaserkirina agrêsîya dijî  axa Ermenîstana serbixwe qebûl dike û ew bêyî veşartin dide kifşê, wekî  meremê wî  heye li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke.

Xebera wîye derheqa hiznekirina cimeta ermenîda bo wê yekêye, ku propaganda dijî cimeta ermenî li Adirbêcanê zêdetir kûrbe.

Ji elametîyên serokatîya Adirbêcanêye sîyasî ew yek jî ruhdar bûye, wekî çend roj pêşda leşkerên azêrî bi neqanûnî ketîye axa Ermenîstanê û li wir welatîkî Ermenîstanê kuştîye û cêribandîye elamî alîyê azêrîya bike, derheqa wê yekêda bêje û bide kifşê, wekî ewê dîsa merivên başqe bikuje. Ji elametîya serokê Adirbêcanê nava dorana civaka navneteweyîda nikarin şikber bimînin wekî ev xirabkarî bi dereca dewletê tê mîyaserkirinê.

Dewsa wê yekê ku Adirbêcan helkirina pirsgirêka bibîne, ew dicêribîne bi xebitandina gefxwerina û qewatê xwestinên xwe bide kifşê. Alîyê ermenî çendik-çend cara eşaretî derheqa sîyasîya Adirbêcanêda dengê xwe bilind kirîye û guhdarîya civaka navneteweyî teglîfî li ser vê yekê kirîye”,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button