ÇandSereke

Emê raberkirina barbarîyên dijî mîrata meye çandî berdewam bikin: wezîreta Arsaxê

18 ê nîsanê roja heykel û cîhên çandîye navneteweyî bû.Girêdayî wê yekêra, wezîreta Arsaxêye kûltûrayê elametî belav kirîye, kîjanêda bi taybetî hatîye gotinê:

“Nava dîroka meye kevinareda, nava wedên cuda-cudada heyekelên meye dîrokî-çandî ji alîyê êrîşên dijminada hatine xirabkirinê. Mixabin, şerê 44 rojeda jî hindava mîrata Arsaxêye çandî û dîrokî derb hate gîhandinê. Heger hetanî sala 2020 î li Arsaxê nêzîkî 4118 heykel hebûn, roja îroyîn nêzîkî 2000 heykel ketine bin kontrola Adirbêcanê, nava wanda 169 dêr.

Girêdayî wê yekêra me gelek name ser navê sîstêmên anegor şandine ku ew wan pirsava mijûlbin, ku ew heykelên bin kontrola Adirbêcanêda bêne xweykirinê, lê hetanî niha gavên anegor nehatine avîtinê. Piştî şêr jî dijmin mecalê ji destê xwe bernade ku van nimûnên çandî-dîrokî bide xirabkirinê.

Emê li ser meydana navneteweyî şerkarîya xwe berdewam bikin, ku ew gavên vandalîzmê dijî heykela neyêne avîtinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button