
Koma Fransîyayêye giranîbilindkirinê, ya ku van roja li Yêrêvanê beşdarî pêşbirka Avropayê dibe, layîqî mêvandarîya germ bûye. Rêberê komê Arno Fêrarî dereca teşkîldarîya pêşbirka li Yêrêvanê bilind qîmet kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ewî gotîye, wekî Ermenîstan nava goveka sporta giranîbilindkirinêda welatekî eyane û serda zêde kirîye, wekî li Ermentstanê ew cûrê sportê cîhê ewlindane.
“Em cara ewlin li Ermenîstanêne. Em şane, çimkî li Ermenîstanê ev sport ya yekemîne.Em baş qebûl kirine û hemû tişt baş hatîye teşkîlkirinê, li gorî standartên olîmpîyadayê”,- serokê koma Fransîyayê gotîye.







