H’emû nûçeSereke

Rûyê dorgirtina Arsaxêda zîyana êkonomîka wê îdî gihîştîye 240 mîlyon dolarî

Hukumata Arsaxê melûmetîyên derheqa dorgirtina Arsaxêda belav kirîye.

Li gorî wan înformasîyona rûyê dorgirtina Arsaxêda nêzîkî 1100 welatî nehatine emelyetkirinê û qenckirinê.

Hetanî roja îroyîn, bi navçîgarîya xaçê Sor ji Arsaxê 326 nexweş cîguhastî Ermenîstanê kirine. Nexweşa nikarin paldayî cîguhastîkin, çimkî ji alîyê azêrîyada çûyîn-hatina rêanîmobîla tê sekinandinê.

Rûyê dorgirtinêda nêzîkî 3900 meriv, nava wanda 570 zarok, nikarin paşda vegerine malên xwe.

Bi rêya Stêpanakêrt-Gorîsê tu welatîk nikare aza here- bê.

Bi wê rêya girtîra tu  avtomaşîneke welatîyên Arsaxê nikare derbazbe.

Nêzîkî 860 sûbyêktên bîznêsê xebatên xwe dane sekinandinê. Hatîye ragîhandinê, wekî  nêzîkî 10300 merivî xebatên xwe unda kirine.

Cêrge xebat sekinîne.

Wextê dorgirtinê êkonomîka Arsaxê zîyana 240 mîlyon dolarî dîtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button