H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bona cîhwarkirina mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv amadeye:Paşînyan

Bona cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya li ser sînorê tevî Adirbêcanê, ne tenê Rûsîya, lê usa jî Ermenîstan amadeye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

Ne tenê Rûsîya amadeye, lê Ermenîstan jî amadeye. Me dorana xemgînîyên xwe daye dîyarkirinê û xwestina me ewe, wekî mîsîya ya kardarbe.Ev yek him bona Ermenîstanê, him jî bona Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û herêmê girînge. Vî alîda xebatê berdewam dikin”,- serokwezîr gotîye.

Çi ku derheqa xebata dîtindarên Yekîtîya Avropayêdane, serokwezîr gotîye, wekî herdu mîsîya gerekê ji hev bêne cudakirinê.

“Borcdarîyên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hindava Ermenîstanê hene, borcdarîyên Ermenîstanê jî hene û çawa welatê beşdar ewê jî borcdarîyên xwe qedandine. Mîsîya Yekîtîya Avropayê nikarî himberî mîsîya organîzeyê bikî. Bo wê yekê jî hêvîdarîyên me ji mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gerekê diha bilindbin, ne ku ji mîsîya Yekîtîya Avropayê”,-Paşînyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê ya wededirêje, eva serê du mehaye ku hatîye cîhwarkirinê û bi temamî nehatîye cîhwarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button