
Pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê, ya ku li Ermenîstanê tê li darxistirnê, ya here başe, her tişt di asta here bilindda hatîye organîzekirinê, derheqa wê yekêda werzandçîyê tîmên neteweyî yên mêr û jinan ya Ûkraynayê Yûrî Kûçînov wextê axaftina li radyoya Ermenistanêye Civakî gotîye.
“Ez beşdarî 20 pêşbirkên cîhanê û 30 yî zêdetir pêşbirkên Avropayê bûme, pêşbirka Ermenîstanê yek ji baştirîn tûrnûvayên ku min dîtîye”,- werzandçî gotîye,
“Her tişt ji bo werzişvanan pir hêsane, ku pir girînge. Standên temaşevanan jî baş hatine organîzekirin. Û her tişt di asta herî bilinddaye”,- Yûrî Kûçînov daye kifşê.