
Pêşbirka Avropayê ku li Yêrêvanê tê derbazkirinê, yek ji ya here başe. Li gorî ragîhandina «Armênprêss»ê derheqa wê yekêda alîkarê serokê fêdêrasîyona giranîbilindlkirinê ya navneteweyî, Atîla Adamfî gotîye.
– Birêz Adamfî, bi dîtina we pêşbirka Avropayê çawa hatîye organîzekirin?
– Minra qedir bûye ku ez beşdarî çend pêşbirkên Avropayê û cîhanî bibim û bi bawerî dikarim bêjim ku berhevkirina çend pêşbirkên ku min dîtine, ev ya here başe.
Ji bo rast danasîna werzîşê xebateke tevlîhev û giran hatîye kirin. Her tişt başe, bi kampanyayên markêtîngê dest pê dike. Ez cara yekemîne Ermenîstanême û dema ku ez derketim seyranê, di cîhda min bi hewayek werzîşêre hevdîtin kir.Hûn dikarin li her dera kolanên rêklama bibînin û gava ku hûn têkevin mêtroyê, hûn di derbarê tûrnûvayê de têne agahdarkirin.
Dîsa bêjim, ev yek ku min dîtîye xebatên herî baştirin. Her weha girînge ku tûrnûva di têlêvîzîyonê de çawa tê pêşkêşkirin, di vê mijarê de jî xebatek jêhatî hate kirin.
– Hûn şert û mercên ku ji bo heyetên hatin Ermenîstanê hatine çêkirin, çawa dinirxînin?
– Ez dibînim ku werzişvan berîya pêşbirkan çawa perwerdehîyê dikin, dibînim pêşbirk di çi şert û mercan de têne kirin, nirxandina min dîsa ewe ku her tişt bi fantastîk tê kirin.Pir girînge ku şert û mercên çawa ji bo werzişvanan hebin. Û ez kontrol dikim ka şert û mercên otêlê normalin, veguhestina rêwîyan normale, xwarin normale.
Ev tiştin ku ez bi xwe nikarim binirxînim. Û ez heman nirxandinê ji komên cuda distînim, her tişt başe. Li gel xebatên bi rêxistinbûyî, helwesta gelê ermenî jî gelekî girînge. Li vir her kes bi germî tê pêşwazîkirin.
– Hûn çi difikirin, Ermenîstan dikare di demeke nêzîkde dîsa pêşbirkên wiha qebûl bike?
– Ez dikarim bi yek gotinê bersiv bidim, erê.Pêşbirkên usa tunene ku di wan de pirsgirêk dernekevin, ya girîng ewe ku zû çareser bibin.Giranîbilindkirina Avropayêye sala 2023 a komîtêya navbeşeyî ya amadekarî û organîzekirina şampîyonê ji kesên pispor pêk tê. Ev tîm dikare bêtir bike.







