Ji rojên ewil yên pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê ku li Yêrêvanê tê derbazkirinê, werzişvanên Tirkîyeyê 6 mêdalên zêr qazinc kirine. Serokê fêdêrasîyona Tirkîyayêye giranîbilindkirinê Talat Ûnlyûn vê rastîyê bi kêfxweşîyeke mezin dide kifşê. Bi qîmetkirina wî, ev pêşbirk li Ermenîstanê baş hatîye organîzekirin.
“Amadekar pir cidî û baş amade bûne, tenê tişta ku me xemgîn dike ev beşê ku hûn hemî dizanin, bi kiryara bêhurmetî ya xwepêşandereke.Bi rastî jî gelek xebat hatine kirin, min heman tişt bi têlêvîzyona welatê me re jî got ku ev pêşbirka Avropayê ya here baş di van deh salên dawî de hatîye organîzekirin.Çawa ku min da kifşê, heger ne ew beşa roja yekem bûya, ku ala Adirbêcanê hate şewitandin, wê demê wê her tişt bêkêmasî bûya. Ji bo me, li vir her tişt tê hesibandin, tu pirsgirêkeke me tune, heta ku pir zêde hate kirin, ku me nerehet kir.Lê belê em fêm dikin ku tişta ku bihata kirin hat kirin û di heman demê de pir baş hat organîzekirin”,-wextê qisa tevî “Armênprêss” ê Talat Ûnlyûn gotîye
Piştî bûyarê,wezîreta Ermentîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê piştrast kir ku bûyar pir zû hate çareserkirin, ala Adirbêcanêye nû hate peydakirin, ku ev yek jî berdewamîya rêkûpêk ya merasîmê misoger dike. Bi gotina Talat Ûnlyûn, ji bilî vê bûyerê, di tevahîya vê demê de tu pirsgirêkeke din rû nedane.
“Em li vir bi pirsgirêkeke cidî re mijûl nebûne, wekî min got, hemî tedbîrên ewlehîyê pir hişk hatine hesibandin, em jî difikirin ku ev hemî ne hewce bûn”,-ew dibêje.
Tirkîyayê bibe welatê din, ku pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê qebûlke.Li Antalyayê xebatên amadekarîyê dest pê kirine. Niha bi baldarî xebatên rêxistinî yên Ermenîstanê dişopînin, da ku di heman asta bilind da pêşbirkê sala bê organîze bikin.
“Ezê di hemî rojên vê pêşbirkê de li vir bim, ji ber ku yek ji sedemên bingehîn yên ku em hatin vir ew bû ku em bibînin ka ew çawa hate organîzekirin. Helbet piştî ku destûr xwest min ji salonên pêşbirkê û rahênanê wêne û vîdyo kişandin da ku em bi awayekî herî baş xwe ji bo pêşbirkê amade bikin. Me agahî û şîretên wiha ji organîzatoran girt. Di vî warî de alîkarîya me kirin û em spasîya vê yekê dikin”.
Werzişvana tîma neteweyî ya Tirkîyayê Nûral Gyûngyor yek ji madalyayên zêr yên pêşbirkêye. Werzişvan zehmete ku hestên xwe vebêje, kêfxweşe ku karibûye li Ermenîstanê bi serkeftî pêşda bê. Li gor qîmetîya giranîbilindkir, pêşbirka li Ermenistanê di asteke bilind de hat organîzekirin.
“Pêşbirk pir baş derbaz dibe, pir baş hatîye organîzekirin, ji ber vê yekê ez gelek spasîya organîzatoran dikim. Em razîne, her tişt pir başe”,- Gyûngor got.
Li Yêrêvanê li pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê nêzîkî 300 werzişkar ji nêzîkî 40 welatan hêza xwe diceribînin. Ji bidawîbûna pêşbirkê çend roj mane û pêşbirk roj bi roj germtir dibe.