
Eva pêşbirka here bedewe, kîjan nava 25 salên ku ez werzîşêda dibînim, di axaftina xwe ya radyoya Ermenîstanêye Civakîra, doxtirê sereke yê pêşbirka Avropayêye li Yêrêvanê, Zûrab Kaxabêraşvîlî gotîye.
“Her tişt pir baş hatîye organîzekirin. Fêrasyîona Avropayêye giranîbilindkirinê, komîtêya olîmpîyada neteweyî ya Ermenîstanê, fêdêrasyîona Ermenîstanêye giranîbilindkirinê, wezîreta sportê ji bo ku her kes li vir rehet xwe hesab bike hatîye kirin”,- doxtir daye kifşê.
Ewî spasîya her kesî kir ku vê çalakîya xweş ji bo Avropayê organîze kirine. Zûrab Kaxabêraşvîlî jî atmosfera li komplêksa konsêrtaye sportê bilind qîmet kirîye û daye kifşê, ku temaşevan bi heman awayî ji hemû werzişvanan hez dikin.
“Ermenîstan mêvandarîya xwe îzbat dike û nîşan dide ku ew amadeye sala tê ne tenê pêşbirka Avropayê, le her wiha pêşbirka Cîhanê jî qebûl bike”,-Zûrab Kaxabêraşvîlî gotîye.