H’emû nûçeSereke
Adam Şîf wê projeya derheqa naskirina serbixwetîya Arsaxêda raberî kongrêsê bike

Cîgirê serokê koma Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên ermenî, Adam Şîf wê projeyê raberî Kongrêsê bike, bi kîjanê bang tê kirinê ku serbestîya Arsaxê naskin û agrêsîya Adirbêcanê gunehkar bikin.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda kongrêsmên wextê hevpevyîna tevî “Asparêz” ê gotîye.
“Ezê projeya derheqa naskirina serbixwetîya Arsaxêda raberkim. Bi vê projeyê Ştatên Yekbûyî wê bi fermî mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê naske”,-Adam Şîf gotîye.
Kongrêsmên usa jî xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, wekî diqewime Adirbêcan agrêsîya nû amade dike.







