Cimeta ermenî li ber qezîya komkujîya nû sekinîye: elametîya wezîreta Arsaxêye karên der

Piştî barbarîya sala 1915 a îdî sedsalekê zêdetir wede derbaz bûye û cimeta ermenî careke mayîn li ber qezîya komkujîya nû sekinîye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda, wezîreta Arsaxêye karên der nava elametîya xweda daye dîyarkirinê, ya ku ewê girêdayî 108 salîya komkujîya Ermenîra belav kirîye.
“24 ê nîsanê temamîya ermenîyên dinîyayê qedirê bîranîna mîlyon nîvek cangorîyên komkujîya Ermenî, ya li împêratorîya osmanî mîyaserkirî, bîr tînin. Salên 1915 a-1923 a hukumata tirka bi çend êtapa qetilkirin û sirgûnkirinên ermenîya mîyaser kirine. Komkujîya Ermenî beşeke sîyaseta pantûrkîzmê bû, bi kîjanê armanc ew bû, ku ermenîyên Mesîhî bidine qetilkirinê, axê dagirkin û cimetê jî bidine sirgûnkirinê.
Cezanekirina komkujîya sedsala 20 ye ewlin paşê komkujîyên nû pêşda anîn. Roja îroyîn jî cimeta ermenî careke mayîn li ber qezîya komkujîya nû sekinî”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Ji wezîreta Arsaxêye karên der serda zêde kirine, wekî desthilatdarîya Adirbêcanêye avtorîtar, bi piştgirîya Tirkîyayê, sîyaseta komkuj, ya dijî ermenîya berdewam dikin.Şedetîya wê yekê hema piştgirîya Tirkîyayê û beşdarbûna wêye nava şerê sala 2020 da ne, wextê kîjanê Adirbêcanê agrêsîya leşkerî dijî Arsaxê mîyaser kir.Wextê şerê 44 roje beşeke Arsaxê hate dagirkirinê, gelek xirabkarî hatine mîyasetrkirinê û maf hatine teribandinê.
Bi berdewamkirina bernama deranîna ermenîyaye ji Arsaxê, niha jî Adirbêcan ji çar meha zêdetire ku 120 000 binelîyên Arsaxê nava dorgirtinêda dihêle bona ku ew bi mecbûrî ji wir derkevin.Adirbêcan li ber çevê civka navneteweyî mafên cimeta Qerebagê diteribîne.
Piştî mîyaserkirina komkujîya Ermenî, civaka navneteweyî borcdarî hildaye ser xwe, ku pêşîya komkujîya û teribandinên mafên mêriv bide girtinê ku tiştên wî cûreyî newekilin.
Wezîreta Arsaxêye karên der dewê dike ku şêwira ewlehkarîyê, ya organîzeya Netewên Yekbûyî kirinên dijî cimeta Arsaxê bide sekinandinê û mafên cimeta li wir biparêze.
Ji wezîreta Arsaxêye karên der elam kirine, wekî ew bejina xwe li ber bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî ditewînin û derheqa dasekinandina heqîtîya dîrokîda îzbat dikin.







