
Serokê fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirinê Antonîo Konflîtî baware, ku Ermenîstan dikare dîsa pêşbirka Avropayêye qebûlke.
“ 9 rojên pêşbirkê û bi taybetî roja dawî pirxweş bûn.Organîzasîyakirin bê guman pirxweş bû.We dît wekî roja dawî ya pêşbirkê salona sportê tijî bû. Ev hemû peyameke pir girînge ji bo hilgirtinê, ji ber ku sala borî ji bo me ne saleke hêsan bû. Niha jî ev piştgirîya gel bi rastî gelekî başe”,- serokê fêdêrasîyonê wextê axaftina xweye tevî “Armênprêss” ê got.
Li gorî Konflîtî, di warê rêxistinîda, alîyê ermenî karekî fantastîk kirîye: “Ez dikarim bi kubarî bêjim ku em li Avropayê dikarin pêşbirka cîhanê saz bikin, ya di asta Olîmpîyadayê. Belê, Yêrêvan dikare dîsa pêşbirka Avropayê organîze bike. Em bi hevra xebatên xwe didomînin, ew jî gerekê xebatên xwe bidomînin. Bi rastî, berî pêşbirkê min hêvî dikir ku ew serketî be, lê min texmîn nedikir ku bi ewqasî ku ez niha dibînim serkeftî be”,- ewî got.