Roja îroyîn jî ermenîyên li Qerebagê li ber qezîya komkujîyê û paqijkirinên êtnîkî sekinîne: elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der, girêdayî salvegera komkujîya Ermenîyara

Naskirina komkujîyê ji alîyê civaka navneteweyîda bona wê yekêye, ku li dinîyayê dijî merivatîyê xirabkarîya wî cûreyî newekile. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“24 ê nîsanê temamîya ermenîyên li dinîyayê belavbûyî cangorîyên komkujîya Ermenî, ya li împêratorîya osmanî mîyaserkirî bîr tînin.
Rûyê vê xirabkarîya plankirîda ji sala 1915 a hetanî sala 1923 a mîlyon nîvek ermenî hatine qetilkirinê, bi seda hezara rastî zordarîyê hatin bi destê zorê hatine sirgûnkirinê.Ev barbarî ya ku dijî cimeta ermenî hate mîyaserkirirnê paşê bû hîm bona sînorkirina wê xirabkarîyê û ew yek nava konvênsîya navneteweyîda hate dîyarkirinê.
Naskirina komkujîyê bona wê yekêye, ku li dinîyayê xirabkarîyên wî cûreyî newekilin, nava wanda paqijkirinên êtnîkîye nû, çevgirtina li ser xirabkarîyên wî cûreyî û mîyaserkirina barbarîyên bi massayî.
Mixabin, roja îroyîn jî li qulçên dinîyayêye cuda-cuda qezîya sîyaseta komkuj tê kifşê. Roja îroyîn jî ermenîyên li Qerebagê li ber qezîya komkujîyê, paqijkirinên êtnîkî sekinîne. Sîyaseta Adirbêcanêye agrêsîv, ya dijî cimeta Qerebagê, propaganda dijî ermenîya, undakirina rêça ermenî hema sîyaseta komkuj didine kifşê.
Roja îroyîn, bi bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî, em careke mayîn derheqa heqîtîyê, naskirina rastîyê, îzinnedayîna xirabkarîyên dijî merivatîyê û şerkarîya dijî sîyaseta dijî cimeta îzbat dikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







