H’emû nûçeSereke
ŞAY girêdayî wê yekêra xemgîne, wekî li korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda post hatîye danînê: dêpartamênta dewletê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdayî wê yekêra bi kûrayî xemgîne, wekî li korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda post hatîye danînê, rûyê çida cedandinên bona sazkirina aminayê tên teribandinê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ştatên Yekbûîye karên der elam kirine.
“Em careke mayîn elam dikin wekî bi korîdora Laçînê çûyîn-hatina merivaye aza gerekê bê çareserkirinê.Em bangî alîya dikin, ku hevraxeberdanên edil careke mayîn destpêkin û ji provokasîya dûr bimînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bîr bînin wekî Adirbêcanê elam kirîye, ku ewê li ser rîya Laçîn-Stêpanakêrtê posta kontrolkirinê dayînin.







