
Polîsîya Tirkîyayê 110 meriv girtine û wana nava wê yekêda gunehkar dikin ku tevî têrorîsta nava pêwandîyadanin. Opêrasîyon li 21 provînsîyayên welêtda hatine pêkanînê, lê diha gelek meriv li bajarê Dîyarbekirê hatine girtinê.
Em bêjin wekî Partîya Karkerên Kurdistanê ji alîyê dewletêda çawa ya têrorîstî tê naskirinê û wan meriva jî hesab dikin wekî tevî Partîya Karkerên Kurdistanê ew meriv nava pêwandîyadanin. Opozîsîyona welêt hesab dike wekî ew yek hilbijartinava girêdayîye, çimkî nava wan merivada bi deha sîyasetmedar, rojnamevan, mafparêz û şuxulkarên kûltûrayê hene.
“Hema pêşîya hilbijartina ew ditirsin desthilatdarîyê undakin û careke mayîn opêrasîyon destpê kirin”,-endamê parlamênta Tirkîyayê, yê ji opozîsîyayê, Taym Temel gotîye.Hema çend hevalên wî jî yên nava fraksîyayêda hiştine nava wê navnîşê.







