H’emû nûçeSereke

Kîjanin garantîya wekî Adirbêcanê peymana aşîtîyê neteribîne?: bersiva Marûkyan bona bangên civaka navneteweyî

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan derheqa bangên civаka navnteweyîda xeberdaye, bi kîjana tê gotinê, wekî gerekê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda peymana aşîtîyê bê morkirinê.

Marûkyan bi şikberî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan her dem elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û van axirîya jî careke mayîn ew peyman teribandîye û li korîdora Laçînê post cîhwar kirîye.Bo vê yekê jî Marûkyan pirsê bilind dike, gelo welatên ku bi bangên aşîtîyê berbirî alîya dibin, amadene garantîyayê bidine mîyaserkirina peymanê?

“Bi teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, Adirbêcanê li korîdora Laçînê post cîhwar kirîye. Welatên endamên koma Mînskê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya û Rûsîya, usa jî Yekîtîya Avropayê xemgînîya xwe dane dîyarkirinê. Tiştekî hewaskare, wekî ev hemû welat bangî alîya dikin  ku peymana aşîtîyê bê îmzekirinê. Li vir pirsa girîng ewe ku heger Adirbêcan her dem elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne, wî çaxî çi garantîyayên Ermenîstanê hene wekî Adirbêcanê peymana aşîtîyê neteribîne? Gelo Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya, Rûsîya û Yekîtîya Avropayê amadene garantîyayê bidine mîyaserkirina peymana aşîtîyê?”,- Marûkyan Twittere da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button