SerekeSport

Li Kurdistanê pêşbirka fûtbola  CONIFA 2024   ya cîhanê wê bê qebûlkirinê

Yekîtîya Kurdistanêye fûtbolê elam kirîye, wekî pêşbirka fûtbolê, ya CONIFA 2024   wê li Kurdistanê pêk bê.

Hîvêne, wekî pêşbirk wê nîveka sala 2024 a pêk bê û komên 16 herêma wê beşdarî pêşbirkêbin. Derheqa wê yekêda berdevkê yekîtîya Kurditstanêye fûtbolê Celal Sehîd gotîye.

Wekîlê fermî, yê komîtêya Kurdistanêye olîmpîyê Şivan Ezîz gotîye, wekî lîstik wê li Silêmanîyê, Hewlêrê, Dihokê û Zaxoyê pêk bên.

Bona wê yekê dêlêgasîyona  CONIFA 2024 ê  li Kurdistanê qesidîye û dîna xwe daye deştên fûtbolê.

Ev pêşbirka fûtbolê, ya cîhanî ji sala 2014 a da du sala carekê pêk tê, û ew bona wan mileta, wan netewên kêmjimar, wan merivên ku bêyî welatin û nakevine nava organîzeya hemcîhanêye fûtbolê, pêk tê. Pêşbirka ewlin li Swêdê pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne 12 kom.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button