H’emû nûçeSereke

Ew çi ku diqewime dikare bibe destpêka dawîya amadebûna rûsîye li Qafqasîya Başûr: pêşezan

Ew çi ku diqewime dikare bibe destpêka arxîtêktûra ewlehkarîya rûsî û dawîya amadebûna rûsîye li Qafqasîya Başûr. Derheqa wê yekêda Tîgran Grîgoryanê sîyasîzan gotîye. Bi gotina wî, hemû bersivên ji alîyê Moskvayêda mîneke baş wextê lîstika xirab bîr tînin.

Pêşezan daye dîyarkirinê, wekî pirs hatîye danînê, ku gelo Rûsîya amadeye borcdarîyên xwe biqedîne, kîjan ewê bi elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î hildane ser xwe. “Heger Rûsîya amade nîne, heger aşîtîparêzên rûs li ser pirayê sekinîne, heger li rex wê pirayê tabîya rûsî heye û alîyê azêrîya li wandera digere û li wir postê datîne, wî çaxî firqîya çi di navbera aşîtîparêzên rûs,  nivîsarên Makrone Twittere da û rêzolyûsîyayên Şîfda heye? Bi fikira min nava vê êtapêda firqîya mezin heye. Heger em bi vê fikirdarîyê pêşda herin, wî çaxî Rûsîyayê zû yan jî dereng wê li Qafqasîya Başûr nîbe, çimkî heger Moskva nikare ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê û heyîna Qerebaga ermenî çareserke, wî çaxî pirs pêşda tê, ku gelo Rûsîya bona Ermenîstanê bo çi pêwîste?”,- pêşezan gotîye.

Bi gotina wî, Ermenîstanê bicêribîne wê pirsê nava sîstêmên navneteweyîda bilindke ku hukumî ser Adirbêcanê bikin, lê ew yek li ser Bekûyê tehsîr nake.

“Ev dorgirtin hema bi wî meremî hatîye destpêkirinê û li Bekûyê wê yekê çawa “întêgrasîya” nav dikin. Ew hemû tişt bona guhartina hal tê kirinê”,- pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button