H’emû nûçeSereke

Gelo çend welatîyên Rûsîyayê bona stendina pasportên ermenî berbirî Ermenîstanê bûne?

Ji 1 ê nîsana sala 2022 a da hetanî 31 ê adara sala 2023 a ji Rûsîyayê mîlyonek 306 850 meriv hatine Ermenîstanê, lê ji Ermentîstanê jî  mîlyonek 260 570 meriv derketine. Derheqa wê yekêda ji qulixdarîya mîgrasîyon elamî  Radar Armenia ê kirine.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ji qulixdarîya mîgrasîyon elam kirine: “Bona stendina pasportên Ermenîstanê 19 427 erze ji alîyê welatîyên Rûsîyayêda hatine stendinê û hetanî niha 13 865 meriv îdî bûne welatîyên Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button